Tirkiye: 41 parêzgar hatin guherandin, ên nû hatin destnîşankirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistane, bo 41 parêzgehan, parêzgarên nû hatin erkdarkirin. 17 parêzgar ji kar hatin dûrxistin, ku di nav de qeyumên Diyarbekir û Mêrdînê jî hene.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, bi biryarnameyeke nû 17 parêzgar ji postê wan dûrxistin û vekişandine navendê.
Her weha cihê 24 parazgaran jî hat guhertin û bi vê awayê bo 41 parezgehan, parêzgarên nû hatin erkdarkirin.
Bi biryarnameyê, parêzgarên Diyarbekir û Mêrdînê ku di heman demê de şûna şaredarên HDPê qeyûm hatibûn danîn ji kar hatin dûrxistin û bo navendê hatin vekişandine. Her weha parêzgarên Sêrt û Îdirê ku di heman demê de qeyum bûn jî, hatin guhertin.
Bi biryarnameyê, şûna parêzgarên, Semsûr, Agirî, Xarpêt, Erzîncan, Mereş, Dêrsim û Erdexan yên bakurê Kurdistanê jî hatin guhertin.
C.B