Di encama bombebarana firokeyên Tirk de, 4 welatî şehîd bûn e

Di encama bombebarana Firokeyên şer yên Tirkiyê li ser navçeyên sînorê Nêrwe û Rêkan çar welatî şehîd bûn, yek jî wendayî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama bombebarana Firokeyên şer yên Tirkiyê li ser navçeyên sînorê Nêrwe û Rêkan çar welatî şehîd bûn, yek jî wendayî ye

Nûçegihanê Kurdistan 24 ragihand, du ji wan welatiyan li gundê Sîdan şehîd bûne ku îro ji aliyê frokeyên şer yên Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin, navê yekê ji wan Dîman Dîmûkrat Taha ye û ji bo seredankirina baxçeya xwe seredana navçeyê kiribû.

Nûçegihanê Kurdistan 24 diyar jî kir, yek ji kesên şehîd bûne xelkê gundê Oremarê ye.

Hevdem, Rêvebirê navçeya Sersingê Neşwan Hesen ji Kurdistan 24 re ragihand, li Berwarî Bala welatiyekî temen 27 salî yê bi navê Emîn Felah li gundê Dergela Mîsa Beg şehîd bûye.

Artêşa Tirkiyê operasyonek nû li dijî gerîlayên PKKê li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

 

 

C.B