Pîrejineke Brîtanî fêrî zimanê Kurdî dibe

Nicky Malim fêrî 3 zaravayên Kurdî (Kurmancî-Soranî-Zazakî) dibe.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Pîrejineke Brîtanî ku 77 salî ye, piştî haya wê ji êrîşa rejîma Baas a li ser Kurdan çêdibe bala xwe dide ser Kurdan û dest bi fêrî zimanê Kurdî dike. Jina bi navê Nicky Malim fêrî 3 zaravayên Kurdî (Kurmancî-Soranî-Zazakî) dibe, ji bo baştir fêrî vî zimanî bibe serî li kursa online Kurdî dide. Weke Nicky, ji Amerîka, Ewropa heta Zelendaya Nû nêzî 3 hezar kes ji bo hînbûna Kurdî serî li kursa online Kurdî dane.

Nicky Malim a Brîtanyayî ku 77 salî ye li gel çend zimanên din fêrî zimanê Kurdî dibe, pê diaxive û pê dinivîse.

Piştî êrîşa Saddam Huseyin a li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê ya sala 1991an ku li dinyayê deng vedide, Nicky Malim bala xwe dide ser serpêhatiyên Kurdan û çand û zimanê Kurdî.

Nicky Malim dibêje: Kurdên li Iraqê ji êrîşa Saddam Huseyin direviyan, ketibûn rewşeke xerab û ewqas birçî man ku ji firokeyan nan li wan dihatin belavkirin. Ev gelek tesir li min kir û min ji bo Kurdan dia dikir. Piştre min biryar da ku ez fêrî Kurdî bim.

Nicky Malim ku bi her sê zaravayên Kurdî, Kurmancî Zazakî û Soranî dikare biaxive, ji bo baştir fêrî vî zimanê bibe, ji mala xwe ya ji Ewropayê li ser înternetê bi mamosteyên Kurdî yên li Stenbolê re dikeve pêwendiyê.

Nicky Malim dibêje: Min gelek hevalên Kurd nas kirin û gelek kêfxweş bûn ku ez hînî kurdî dibim. Min serdana Amed, Wan kir. Mirovên Kurd gelek kêfxweş û mêvanperwer in.

Mamosteyê zimanê Kurdî Eyub Subaşi ku li Stenbolê mamostetiyê dike dibêje, li gel Kurdên ku li Tirkiyê ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê par in ji Ewropa, Amerîkayê heta Zelendaya Nû wek Nicky Malim gelek xelkên biyanî jî tê da 3 hezar kes serî li kursa Kurdî dane.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Eyub Subaşi ji K24ê re diyar kir: Ji bo zêdetir xwendin, nivîsandin û bo pêşvebirina zimanê Kurdî ev kurs hatin vekirin. Me pêşî meha Nîsanê kürsek da destpêkirin û hezar kes serî lê da. Piştre me meha Hezîranê jî kursek da destpêkirin ku 4 hefte dê bidome. 2 hezar û 100 kes jî serî li kursa Hezîranê dan. Ji Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê beşdar hene. Weke din ji Zelendaya Nû, Amerîka, Fransa, Îtalya, Swêd, Almanya, Ozbekîstan jî gelek kursiyerên me hene.

Eleqeya miletên biyanî bo kursa zimanê Kurdî ku ji hêla 25 saziyên kultirî yên Kurdan ve hatiye destpêkirin, hewlên bo fêrkirina zimanê Kurdî jî zêdetir dike û ev jî li qada navdewletî bo nasîna kultira Kurdî wek fersendekê tê nîşandan.