Raya Giştî û platforma siyasî ya Kurd êrîşa dijî Cemal Batun bi tundî şermezar kir

Ji her çar beşên Kurdistanê rewşenbîr, kesayetiyên navdar û raya giştî ya Kurdistanê, çendîn kampanyên piştgiriyê bo Cemal Batun lidar xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî çendîn rojan çend rojnameyên Tirkiyê êrîşek ne-etîk li hemberî hevkarê me rojnamevan Cemal Batun hate kirin, ku platforma siyasî, rewşenbirî û raya giştî ya Kurd bi giranî piştgirî da Cemal Batun û karê wî yê profesyonel ê rojnamevanî.

Serokê Federasyona Kurdên Sowyet a berê Knyaz Ibrahim Mirzoev, Hevserokê HDP  Mithat Sancar û Hevserokê KNK Ahmet Karamus, jî dinav de, ji bakurê Kurdistanê: PDK-Bakur, Serokê Giştî yê PAK  Mustafa Ozçelik û PAK; Serokê Giştî yê HAK-PAR  Latif Epozdemir û HAK-PAR, Serokê Giştî yê PSK Mesûd Tek û PSK,Hereketa Azadî, CNK, ji rojavayê Kurdistanê: taybet û bi berferehî PDK-S, ENKS,
ji her çar beşên Kurdistanê rewşenbîr, kesayetiyên navdar û raya giştî ya Kurdistanê, çendîn kampanyên piştgiriyê bo Cemal Batun lidar xistin.

Di daxuyaniya piştgirî ya bi imzeya Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemir de hat: “Cemal Batun dengê helwest û merama Kurd û Kurdistanê ye. Kurd hemî Cemal Batun in. Em piştgir û piştevanîya Cemal Batun û qanala KURD K-24 dikin. Em sipasdarê Cemal Batun in ku me ji buyer û rûdanên rasteqîn bêpar nahêle û ji rêya rast û biesil û ji rastîyên dirokê cûda nabe”.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik di beyana xwe ya piştgiriyê bo Cemal Batun de diyarkir: “Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê êrîşên li ser kek Cemal Batun protesto dikim.Em li gel te ne kek Cemal.Tu êrîşan heta îro nikarîbûye cenabê te û me hêmûyan ji rêya doza azadîya gelê me û welatê vegerîne, ji îro pê ve jî tu êrîş dê nikaribe rê li ber me bigire”.

Di beyana piştgiriyê ya Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK Mesûd Tek de hatiye: Em weki PSK piştgiriya Kak Cemal Batun dikin bila neyar bizanin, ku rastgoyên medyayê Kurdî tenê nîn in.

Malperên Kurdî wekî: AvestaKurd, Rûpela Nû, Rojname û h w d jî, beşdarî kapmanyên piştgiriya Cemal Batun bûn.