Gerokekî Amerîkî bi stranên Kurdî debara xwe dike

Gerokê Amerîkî hînî çand û muzîka Kurdan dibe û dixwaze li hemu Kurdistanê bigere.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Gerokekî ji Kansas a Amerîkayê yê bi navê Dandelîon Lakewood 5 sal berê ji nişka ve biryar daye geşta cîhanê bike û piştî geşta 20 welatan 10 meh berê derbasî Tirkiyeyê bûye û 2 hefte ne li Bakurê Kurdistanê ye. Gerokê Amerîkî niha hînî çand û muzîka Kurdan dibe û dixwaze li hemu Kurdistanê bigere.

Li Kolana Hunerê ya Diyarbekir van rojan gerokek Amerîkî balê dikêşe. Dandelîon Lakewood ê 38 salî ji Kansas a Amerîkayê ye. Dandelîon Lakewood Pênç sal berê li Kansas a Amerîkayê dijiya û li wê derê mamostetiya matematîkê dikir. Lê ji nişka ve rojekê dev ji her tiştî berdide û derdikeve geşta cîhanî. Lakewood dibêje wî serdana Portugalê kiriye û ji wê rojê pê de venegeriya ye Amerîkayê.

Gerokê Amerîkî Dandelîon Lakewood ji K24ê re got: "Pênç sal berê min ji Amerîkayê serdana Portugalê kir. Xwişka min bi yekî Portugalî re zewicî bû. Ez çûm serdana wê. Di plana min de geştek bo mehekê hebû. Qet ne di bîra min de bû ku dê êdî venegerim malê. Lê ji nişka ve min biryar da ku cîhanê bigerim û êdî venegeriyam malê. Min xwest ku bêhtir çandan û bêhtir zimanan nas bikim.

Dandelîon Lakewood di nava 5 salan de li 20 welatan geriyaye û 10 meh berê derbasî Tirkiyeyê bûye û 2 hefte ne ku li Bakurê Kurdistanê digere û çand û erdnîgariya Bakurê Kurdistanê dinase. Rawêstgeha Gerokê Amerîkî  niha jî Diyarbekir e. Debara xwe jî bi mûzîkê dike û hînî stranên Kurdî bûye bi vê rêbazê jî rojane 30-40 Lîre bi dest dixe û dibêje têra debara wî dike. Lakewood amaje dike ku Kurd ji bo wî balkêş in û xwediyê çandek qedîm û rengîn. Ji ber wê wî ji Diyarbekirê hes kiriye.

Dandelion Lakewood dibêje: Çand û mûzîka Kurdan cuda ye û balkêş e. Xwediyê çandeke qedîm in. Cil û bergên rengîn û bedew li xwe dikin. Govenda Kurdan bala min kêşand. Hevalekî min li Îzmîrê behsa muzîka Kurdî kiribû. Li min xweş hat ez hînî çend stranên Kurdî bûm.

Gerokê Amerîkî 5 sal in qet li otelê nema ye. An li derve razaye an jî li mala hevalek ku di rêwitiyê de naskirî maye û dibêje ew muzîka xwe wek diyarî dide xelkê û xelk jî wek bersiva diyariya wî alîkariya wî dikin. Niha  jî ji ber ku çanda Kurdan bala wî kêşa ye dixwaze Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî bibîne û çanda Kurdan ji nêz ve binase.