Bi wêne.. li Seyidsadiq 8 hezar masî di golekê de mirin

Li gundekî bajarokê Seyîdsadiq yê Herêma Kurdistanê bi hezaran masî bi jehrê ketin û mirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundekî bajarokê Seyîdsadiq yê Herêma Kurdistanê bi hezaran masî bi jehrê ketin û mirin.

Qaymeqamtiya bajarokê Seyîdsadiq derbarê mirdarbûna masiyan de daxuyaniyek belav kir û ragihand, şeva bûrî li gundê Dolaş yê Seyîdsadiq, em hatin agahdarkirin ku li nav goleka masiyan de nêzîkî 8 hezar masî mirine.

Qaymeqamtiya Seyîdsadiq da zanîn, piştî lêkolînê eşkere bû ku ew masî jehrî bûne ji ber wê jî mirar bûne. Ji ber ku ava wê golê genî bûbû û demek dirêj bû nehatibû guhertin, ji ber wê jî madeya Amomya bilind bû û masî pê mirar bûbûn.

Madeya Amonya ji encama nemana oksicînê, genîbûna avê û neguhartina ava Golan dirust dibe û dibe sedema jehrîbûnê.

 

S. B