Li Rojavayê Kurdistanê qeyrana giraniyê kûrtir dibe

Li Qamişlo gazindên xelkê derbarê behabûnê bi dawî nabin, herweha daxwazên wan ji bo çareserkirina rewşa abûr roj bi roj zêdetir dibin. Desteya temwînê, di rêveberîyê de dibêje, ji bo çavdêrîya bazaran, li gor şîyanên xwe bi hemû tedbîran radibe.

K24- Qamişlo

Jibo çavdêriya bazaran ȗ rȗbrȗbȗbna zêdekirina nirxan ji hêla bazirganan ve, gerên çavdêriyê yên hevbeş ji hêla desteya temwînê li hemu bajaran encam dide.

Rêveberiya desteyê dibêje ku gerên wan li hemu bajar ȗ bazaran hene ȗ çi kesê ku keresteyan bi nirxekî bilind difrişe ew rastî

sizakirinê tê, herwiha dide zanîn armanca wan ji van geran ku kêsebazî di bazaran de çênebe .

Piştî daketina buhaya lêreya sȗrî ȗ buhabȗna nirxê kelȗpelan bi awayekî berçav li bazarên Rojava, Rêveberiya Xweser komîteyên taybet jibo çavdêriya bazaran avakiriye , lê tevî wilo jî xelkên bajarê Qamişlo gazinan dikin ȗ dibêjin eger çavdêrî heba, nirxê keresteyan dê ne buhabana.

Daketina buhaya lêreya sȗrî beramberî dolarê emêrîkî, kirîzeke abȗrî li Rojavayê Kurdistanê peyda kiriye ku zêdebȗna nirxê keresteyan barê welatên ku bi piraniya xwe fermanber ȗ karkerin zêdekiriye.

Daketina buhaya lêreyê jî bandoreke neyînî li tevgera bazarê kiriye ku kirîn ȗ firotin kêm kiriye.