Dengbêjê navdar ê Bakurê Kurdistanê Seyîtxanê Boyaxçî koça dawiyê kir

Dengbêjê navdar ê Bakurê Kurdistanê Seyîtxanê Boyaxçî îro li Diyarbekirê koça dawiyê kir.

K24 – Diyarbekir

Dengbêjê Diyarbekirê Seyîdxanê Boyaxçî ango “Bilbilê Amedê” di 99 saliya xwe de li çû ser dilovaniya xwe.

Kurê dengbêjî Mehmet Şîmşek bo Kurdistan24ê ragihand ku bavê wî ji 76 salan zêdetir li ser êş û azar û evîn û deşt û çiyayên welatê xwe striya lê nêzî sal û nîvekê bû, nexweşiya wî lê giran bibû. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li gorîstana Yenîkoyê ya Diyarbekirê bo axê hat spartin.

Dengbêjê navdar Seyîdxanê Boyaxçî li mala xwe ya Diyarbekirê îro (05.07.2020) çû ser dilovaniya xwe. Li gorî gotinên kûrê Seyîdxanê Boyaxçî Mehmet Şîmşek, bavê wî nêzî 99 salan jiya û bi sedan stran û kilam li arşîva dengbêjiya kurdî zêde kiriye.

Seyîdxanê Boyaxçî, di sala 2019an de bi nexweşiyeke enfeksiyonê dikeve û ji ber vê nexweşiyê felç dibe û ji wê rojê ve rewşa tenduristiya wî giran bû. Mehmet Şîmşek ê kurê dengbêjî amaje kir ku ji ber rewşa giran ya tenduristiya wî ew di van demên dawiyê de li mal dihat dermankirin û ji beriya ku canê xwe ji dest bide jî bijîşk lê nêriye.

Dengbêjê Mala Dengbêjan bû

Seyîdxanê Boyaxçî yek ji dengênêjên Mala Dengêjan bû. Bi salan ji bo welatî û geştiyaran kilamên li ser şer û evîniyê û mêrxasî û sozdariyê û deşt û çiya û zozanên Kurdistanê striya.

25  salan boyaxcîtî kir

Navê Seyîdxanê Boyaxçî yê nasnameyê Seydo Şîmşek e. Lê ji ber ku debara malbata xwe, li kuçe û kolanên navçeya Sûra Diyarbekirê 25 salan pêlav boyax kirin, navê Seyîdxanê Boyaxçî digire. Bilbilê Amedê ne tenê boyaxçîtî kir, herwiha li karên wekî hemalî û şivanî û firotina ava sûsê jî kir.

Êşeke mezin: 7 zarokên wî li pey hev mirin

Jiyana Seyîdxanê Boyaxçî jî wekî ya gelek dengbêjên kurd di nav êş û azarên giran de derbas dibe. Hêj 2 salî, dayika wî wefat dike û dema dibe 4 salî jî bavê xwe wenda dike. Seyîdxanê Boyaxçî ji aliyê mamê xwe ve tê xwedîkirin. Piştî ku dizewice jî 7 zarokên wî li pey hev dimirin.

Seyîdxanê Boyaxçî jî wekî gelek dengbêjên kurd temenê xwe di nava xêzanî û bêxwedîtiyê de derbas kir. Wî digot; “Ez gelek caran beşdarî mîhrîcanan bûm, min di gelek bernameyan de kilam gotin, lê piştî ku nexweş ketim tenê hatim hiştin.”