Penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampan pabendî rênimayan dibin

Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li nav kampên Başûrê Kurdistanê dimîn in, pabendbûna xwe ji rêkarên Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê re didin nîşandan.

K24- Hewlêr

Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li nav kampên Başûrê Kurdistanê dimîn in, pabendbûna xwe ji rêkarên Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê re didin nîşandan.

Penaber dilxweşin, ku heya niha tu kes li nav kempên wan bi Korona neketin e û tu kesî jî, cane xwe jidest neda ye

Ji bo ku xwe ji vayrosa Koronayê Biparêzin, rênmayên wezareta Tenduristiya herêma kurdistnaê cîbicî dikin,

Li kempa Quştepe yê penaberên Rojavayê Kurdistanê ku 9 hezar  penaber li vê kempê dimînin, ew  penaber rêkarên wezareta tendurisî ji bo xwe parêziya ji vayrosa Koronayê  digirine ber û dilxweşin ku heya niha ti pêketiyên vayrosa Koronayê li nav kempên wan nehatine tomar kirin

li deriyê kampê rêkarên taybet hene,   rêveberê kampê jî zaniyarên bihtir ji bo  parastiya jiyana penaberan ji vayrosa koronayê dixe rû,

Li Herêma Kurdistanê 10, kempên penaberên Rojavayê Kurdistrnaê hene û  Ji destpêka serhildana Vayrosa Koronayê, heya niha ti kes li nav her 10 kampan bi vayroska koronay neketin e û ti kesî jî canê xwe ji dest nedaye.