Li herêma Kurdistanê 12 kesan ji Covid -19 jiyana xwe jidest da

Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Korona jiyana xwe jidestdan û 298 kes jî pêketin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Korona jiyana xwe jidestdan û 298 kes jî pêketin e.

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, ku di 24 demjimêran de 298 kesên din bi Korona ketin e, ku 106 kes ji wan li Hewlêrê, û 107 li Silêmaniyê, 6 Helebce û 3ê li Duhok û 56 Germiyan û 20 li Raperînê herwiha  12 kesan jiyana xwe jidestdan ku 4 li Hewlêrê û7 Silêmaniyê û yek li Germiyan bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihişte 8 726 ku ji wê hejmarê294 kesan jiyana xwe jidestdaye û 3 072 kes jî baş bûn e.

 

 

 

C.B