Barzanî: Şerr ê Hendirên Badokek bû di xebat a rizgarîxwaz a gel ê Kurdistanê de

Bi hilkevt a bîrewwerî ya salveger a şerr ê Hendirên, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kursdistanê, peyamek belav kir û ragehand: Şerr ê Hendirên serkevtinek a mezin bû û badokek a bû bo xebat a rizgarîxwaz a gel ê Kurdistanê, serkevtin ên niha yên hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê li beranber tîroristan û neyarn dirêjedan a her ewê qehremanî û berxwedanê ye ku Pêşmerge di qonax ên cuda cuda yên şoriş û xebatê de… encam dane.

K24- Hewlêr

Bi hilkevt a bîrewwerî ya salveger a şerr ê Hendirên, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kursdistanê, peyamek belav kir û ragehand: Şerr ê Hendirên serkevtinek a mezin bû û badokek a bû bo xebat a rizgarîxwaz a gel ê Kurdistanê, serkevtin ên niha yên hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê li beranber tîroristan û neyarn dirêjedan a her ewê qehremanî û berxwedanê ye ku Pêşmerge  di qonax ên cuda cuda yên şoriş û xebatê de… encam dane.

Di peyam a serok ê Herêm a Kurdistanê de hatîye: Ev qehremanî ya Pêşmereg, şikest hîna bi pîlan ên metirsîdare ên  dijmin ên Kurdistanê û serkevtinek mezin û badokek  bû di xebat a rizgarîxwaz a gel ê Kurdistanê  ku karîgerîyek a sîyasî bi dûv xwe re hêal û zemîne bo agirbesê xweş kir.

 Di wê peyamê de Barzanî dibêje: Serkevtin ên niha yên hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê li beranber tîroristan û nahezan dirêjedan a her ewê qeheremanî û berxwedanê ye ku Pêşmerge di qonax ên Cûda cûda yên Şoriş û xebatê  de encamdane û dijmin di her kinc û rengekê de be li beranber azayî ya Pêşmerge çok dide.

 

 

Deq ê peyam a serok ê Herêm a Kurdistanê wek ku di sayît a serokatî ya Herêm de hatîye:

Îro 50 saliya salveger a zêrîna şerê Hindirêne û li cangoriya Pêşmerge û weragiriya gelê me de rojekî dîrokiye. Li 12.05.1966 da hêzên Pêşmerge erkeftinekî bi rûmet li ser hêzên pir çekên zemînî û asmanî ya dijmin li devera Rewanduz tomar kir ku ew hêz ji bo ji navbirina serkirdayetiya şoreşê êrîşî navçeyê kiribû. Li şer da li çiyayê hindirên û Zozik û Korek û Gera Emerdaxa, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya Pêşmergeyên Partiya Komînîst(Hizba Şu'î) bi pêkve, destanekî qehremanane tomar kir û hêza dijmin li ber yek hilweşand. Li vê şerê da Lîwaya Çara Cebelî û Lîwaya Yek û Lîwaya Sêya Artêşa dijmin bi tevahî hate têkşikandin.

Ev qehremaniya Pêşmerge, plana metirsîdarê dijminên Kurdistanê şikand û serkeftinekî mezin û li xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de werçerxanek bû ku bandoreke siyasî li pişt xwe bi cîh hişt û bingehê ji bo agirbestê rexsand.

Bîranîna vê destanê bilind radigrîn ku li dîroka gelê me de rûpeleke bi rûmete. Li salvegera bîranîna pêncih saliya destana Hindirên de silav ji bo giyanê pakê şehîdên vê destanê dişînîn ku xwîna xwe ya pak çiyayên xwe rengîn kirin û herdem wekî stêreke geş li asîmana xebata gelê Kurdistanê bi navê azadiyê da dimînin. Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên aza û xebatgêran ku beşdarî vê destanê bûne û niha li nav me da nemane û destê wan Pêşmergeyên serbilind destana Hindirên diguvêşim ku hê jî li jiyanê da mane û her bimînin ji bo Kurd û Kurdistan. Serkeftinên niha ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û nehezan berdewamiya heman qehremanî û berxwedane ku Pêşmerge li qonaxên cûda cûda yên şoreş û xebatê da nîşandaye û dijmin li her berg û rengek da bê, li beranber azayetiya Pêşmerge çokê datîne.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2016