Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyên navdewletî bêpar dimîne

Ji ber biryara Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ya derbaskirina alîkariyê mirovî tenê di riya deriyekî sînorî re bo Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyê bêpar dimîne.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji ber biryara Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ya derbaskirina alîkariyê mirovî tenê di riya deriyekî sînorî re bo Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyê bêpar dimîne. Rêveberiya Xweser dibêje, biryara navdewletî rewşa koçberan dê zehmetir bike. ENKSê ji aliyê xwe ve eşkere dike ku armanca Rûsiya ew e, artêşa rêjîmê li ser sînor belav bibe.

Ji ber vetoya Rûsya û Çînê, bi tenê deriyê Bab El Hewa yê bi Tirikyê re dê li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê vekirî bimîne, piştî ku alîkarî ji 4 dergan derbasî Sûriyê dibûn. Peyvdarê Rêveberiya Xweser dide zanîn, jiber rawestandina derbaskirina alîkariyê ji deriyê tekane bi Rojava re, koçberên deverê dê bê alîkarî bimînin û rewşa wan dê zehmetir bibe, herwiha dibêje ku ev biryar mîna yaseya Sîzer e lê bi navekî cuda ye.

Di 10 Çileya 2020an de derbasbûna alîkariyê di riya dergeha Til Koçer ya sînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê de hate rawestandin ji ber vetoya Rûsyayê bi behaneya ku çek di riya wê dergehê re dighêjin hêzên Kurdî li Rojava.

Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê diyar dikin, armanca Rûsiya ew e, dergehê Til Koçerê têkeve destê rêjîmê de û careke din artêşa Sûriyê li ser sînor belav bibe.

Deriyê Til Koçer di sala 2014an de wek yek ji deriyên gihandina alîkariyên mirovî ji aliyê Netewên Yegirtî hatibû nîşankirin, lê di destpêka sala 2020an de derbaskirina alîkariyê di riya dergeha navbûrî re ji bo 15 kampên koçberan li Rojavayê Kurdistanê hate rawestandin û ji ber vê yekê neşticiyên kampan dê di rewşeke xirab de bin û bê alîkarî bimînin.