Kulîlkfiroşa Diyarbekirî qevdên cawaz çêdike

Kulîlkfiroşa Diyarbekirî ji dêvla gul û beybunan, fêkî û zebzeyan bikar tîne.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Kulîlkfiroşeke jin a bi navê Aygul Azbay ku 17 sal in vî karî dike renegeke cawaz daye kare xwe. Kulîlkfiroşa Diyarbekirî ji dêvla gul û beybunan fêkî û zebzeyan dike qevd û bi teybetî qevdên ku ji îsatona hatine çêkirin balê dikêşe.

Aygul Azbay, jinek Diyarbekirî ye ku 17 sal in kare Kulîlkfiroşiyê dike. Aygul Azbay piştî demekê di kare xwe de xwe pêş xistiye û rengeke nû daye pîşeya Kulîlkfiroşiyê. Jina jêhatî bi awayeke cawaz kare kulîlkfiroşiyê dike û her roj berê xwe dide bazara fêkî û zebzeyan. Li bazarê fêkî û zebzeyên rengbireng jê digire ji bo ku berhemên xwe yên rengîn jê çêke. Aygul Azbay li gel pîşe û debarê di heman demê de bi çavê hunerekê li kare xwe dinêre û ji fêkî zebzeyan qevdên rengîn çêdike û dibêje ew ji kare xwe gelek hes dike.

Kulîlkfiroş Aygul Azbay ji K24ê re got: “Ez têm bazarê fêkî û zebzeyan bi deste xwe jê digirim û çêdikim. Gelek caran kiriyar bi rêya telefonê ku tiştek çawa bixwazin dibêjin ez jî li gorî wê fêkî û zebzeyan jê digirim.”

Aygul Azbay piştî danustanê vedigere kargeha xwe û  bi baldariyeke mezin dest bi çêkirina berhemên xwe yên cawaz dike û heta jê tê bi rengên cuda qevdên nû çêdike. Ya herî balkêş jî ew e di dikana Kulîlkfiroşekê de îsotên tûj werin pêşandan. Aygul Azbay dibêje ji xwe wê bi îsotan dest bi çêkirina van qevdên rengîn û cawaz kiriye .

Aygul Azbay dibêje: “5 sal berê yekî telefon da min û got ez qevdek îsot dixwazim. Gelek caran wisa henekan dikin. Min got qey ev jî henek e. Lê paşê hat û got ka qevda min ne amade ye. Ez jî rabum min jê re çêkir.”

Aygul Azbay dibêje wek jinekê ew keyfxweş e ku dikare bi keda destê xwe debara xwe bike û xeyala wê ya herî mezin ew e ku rojekê derfeta wê çêbibe û bi keştiyê derbikeve geşta cîhanî û di heman demê de jî li ser lêkolîn û lêgerîna bo berhemên cawaz û nû jî her dem difikire.