Heseke bê ava vexwarinê ye

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, çekdar ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê dibirin û Heseke bê av dimîne.
kurdistan24.net

K24 – Heseke  

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, çekdar ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê dibirin û Heseke bê av dimîne. Ta nuha çareser nebûye loma daxwazên welatyan ji bo peydakirina avê zêdetir dibin. Xelkê bajêr dibêjin nema ev rewş qebûl dibe û divê ku Rêveberiya Xweser avê ji wan re peyda bike. Ji aliyê xwe ve Hevseroka Destaya Avê dide zanîn ku ew li ser pirojeyekê kar dikin, lê hîn bidawî nebûye.

Lêgerîna li avê bûye karê herî giring li bajarê Hesekê, nabe ku rojek derbas bibe bêyî ku li kolanan dîmenên sîtêrên avê û kolana bîran werin dîtin. Diyar e ku kirîza avê li Hesekê bidawî nabe, ev ziman halê welatiyan ne.

Li taxa Salihiyê, Wehîda bi zarokên xwe re her sibe li avê digere ji ber karînên wê tune ye, her 2 rojan bi 5 hezaran avê bikire. Wehîda dibêje, jê zehmetir tune ye ku di demsala havînî de mirov bê av bimîne.

Tevî ku Desteya Avê û Heyva Sor a Kurd avê li malan belav dikin, lê ji ber mezinbûna bajêr û hejmara kêm a sîtêran, av nagihe hemû mal û taxan.

Hevseroka Desteya Avê li Hesekê Sozdar Ehmed ji K24ê re dide zanîn ku ew niha li ser pirojekeyê kar dikin û nêzî 50 bîrên avê li gundewarê Hesekê amade dikin dê ev proje rojane 20 hezar mitro sêcar avê ji tevahiya Hesekê re peyda bike.

Navenda Eelok li Serê Kaniyê ku 30 bîrên avê li xwe digre, av ji bo tevahiya bajar û gundewarê Hesekê peyda dikir, lê piştî ku çekdarên oposizyona Sûriyê destê xwe li ser navendê danîn, gelek caran kar li navendê tê rawestandin û cara ku vedigere kar jî bi tenê 7 ta 15 bîran kar dikin, loma gelek tax av naghe wan.