Li Wanê firokeya keşfê ket – 7 mirî
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihand, ku firokeya keşfê li Wanê, di dema pekanîna erkê xwe de ketiye. 2 pilot jî dinav de 7 kesên Hêzên Ewlehiyê mirin e.
Ji bo lêkolînan tîm a lêkolînê çûye devera bûyerê.
Ligor agahdariyan firokeya keşfê li Çiyayê Artos girêdayî bajarokê Gevaşê ya Wanê ket û 2 pîlot dinav de 7 kesên hêzên ewlehiyê mirin e. Bûyer li bilindahiya 2 hezar 200 metreyan de pêkhatiye û demj. 03:00 rastî firokeya ketî hatin e.
C.B