Yunanistan deriyên xwe biser hevwelatiyên Tirkiye ve digre

Ligor biryarê, egera girtina deriyên sînorî rêgiriya Vayrosa Korona ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara girtina deriyên sînorî yên Yunanistanê bi rûyê hevwelatiyên Tirkiye, Albania û Makedonya Bakur heta 31ê Tîrmeh a îsal hate dirêj kirin.

Ligor biryarê, egera girtina deriyên sînorî rêgiriya Vayrosa Korona ye.

Ji aliyê xwe ve, ev her sê welat deriyên xwe yên sînorî bo hevwelatiyên Yunanistanê vekirin e.

Di navbeyna Yunanistan û Tirkiye de, di dema dawî de kêşeyên lêgerîna enerjiyê li Derya Naverast gihiştiye astek bilind. Hin pisporên Tirk, egera qedexeya bi rûyê hevwelatiyên Tirkiye ve, bi vê Krîzê ve girêdidin..

 

 

C.B