Bakurê Kurdistanê: Şeyh Seyfullah Ensarî koça dawî kir

Şeyh Seyfullah Ensarî yek ji rêberên olî û civatî yên bakurê Kurdistanê bû. Wefata Wî dinav hezkiriyên Wî de bû cihê xemgîniyek mezin

K24 – Navenda Nûçeyan

Yek ji Rêberên Terîqata Neqşîbendiyên bakurê Kurdistanê Şeyh Seyfullah Ensarî koça dawî kir.

Şeyh Seyfullah Ensarî yek ji rêberên olî û civatî yên bakurê Kurdistanê bû. Wefata Wî dinav hezkiriyên Wî de bû cihê xemgîniyek mezin.

Şeyh Seyfullah Ensarî, dinav civata Kurd de xwedî rêz û giraniyek berçav bû.

Di Tesawufê de gihiştibû mertebeya erî bilind û murîdên wî ji derveyî li bakurê Kurdistanê, herweha li gelek bajarên Tirkiye jî hebûn. Bi taybet li Stenbolê, ku ligor malbata Şeyh Seyfullah Ensarî hejmara wan 10 hezar kes tenê li taxa Zeytinburnu derbas dike.

Şeyh Seyfullah Ensarî li Diyabekrê dijî û li heman bajarî koça dawî kir.

 

 

C.B