Di demsala Havînê de vexwarina avê girîng e

Kêmvexwarina avê dibe sedema nexweşiyên gurçik û diyabetê
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Di demsala Havînê de vexwarina avê bi teybetî li deverên germ gellek zêde dibe. Bijişk dibêjin %60 ê laşe mirovan av e û hemû parçeyên laşê mirovan sudê ji avê werdigrin ku kêm vegxwarina avê rasterast bandorê li ser gurçikan dike û têkiliya wê bi nexweşiya diyabetê re jî heye.

Av hêmana sereke ya jiyanê ye ku di demsala Havînê de vexwarina avê gellek zêde dibe. Di mehên ku pileya germê derdikeve ser 40î de mirov xweh didin û pêdiviya avê zêdetir dide. Ji bo ku pêdiviya laş a bi avê were dabînkirin jî pêdiviya avê ji rewşa asayî zêdetir dibe. Bijişk amaje dikin ku %60ê laşe mirovan ji avê pêk tê û dema wiha be hemu parçeyên laşê mirovan sûdê ji avê werdigrin ku dema laş bêav bimîne ev yek wek nexweşiyan xwe di laşe mirovan de dide der. Bijişkê Nefrolojiyê Şeyhmus Ozmen  hişyariyê dide ku nîşaneyên kêmvexwarina avê jî hene.

Bijişkê Nefrolojiyê Şeyhmus Ozmen ji K24ê re got: “Divê mirovên rewşa wan asayî be rojane 4 lître avê vexwin. Mirovên mîza wan zelal be renge wê vekirî be têr av vexwarine, lê mirovê mîza wan zer û tîr be pêdiviya wan bi avê heye têr av nevexwarine.”

Yek ji deverên ku tava dijwar mirovan têhn dike jî Diyarbekir e ku di nava rojê de mirovên derdikevin derve ava xwe jî li gel xwe  digerînin. Welatî dibêjin bêav av hedara wan nayê û deve wan di bin tavê de gelek zû ziwa dibe.

Bijişk hişyariyê didin ku vexwarina çay û qehweyê bandoreke neyînî li ser vexwarina avê dikin û di mehên havînê de ji bo ku vexwarina avê kêm nekin divê çay û qehwe werin kêmkirin. Her wiha hişyariyek din a girîng jî ew e ku dêbav divê hay ji vexwarina avê ya zarokan jî hebin.