Xamineyî ligel Kazimî behsa tolhildana Qasim Suleymanî dike

Di çarçoveya civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, Rêberê Bilind ê Komara Îranê Ayetula Elî Xamineyî gefê li Amerîka dixwe û dibêje: “Tola kuştina Qasim Suleymanî hiltînin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, Rêberê Bilind ê Komara Îranê Ayetula Elî Xamineyî gefê li Amerîka dixwe û dibêje: “Tola kuştina Qasim Suleymanî hiltînin”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duhî serdana Tehranê kiribû û ligel Rêberê Bilind ê Komara Îranê Ayetula Elî Xamineyî civiya. Xaminî di civînê de ragihand, ti niyaza Îranê nîne destêwerdanê di karûbarên Iraqê de bike. Tehran dixwaze rêzê li serweriya xaka welatên cîran bigire.

Herwiha Xamineyî rexneyên tund li siyaseta Amerîka li Iraqê girt û got: “Washington Iraqeke serbixwe û bihêz naxwaze”.

Got jî: “Îran ti carî Qasim Suleymanî ji bîr nake û dê tola kuştina wî hilde”.

Roja 3. 1. 2020an firokeyên Amerîkî Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohemdis û çend çekdarên din ên Îranî li nêzîkî Firokxaneya Bexdayê ya Navdewletî armanc kirin û kuştin.

 

S. B