Bazareke Stenbolê bûye cihê kombûna Kurdan

Kurdên Stenbolê ji bo hevdîtin û xwarekan tên vê bazarê.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li mezintirîn bajarê Tirkiyê, Stenbolê bazarek wek bazara Kurdan tê naskirin. Kurdên Stenbolê hem ji bo dost û hevalan bibînin hem jî ji bo berhemên xurekên Kurdî bikirin serdana vê bazarê dikin. Gelek Kurdên Stenbolê didin zanîn ev bazar ji bo wan bûyê cihê hevdîtin û sohbetan, lewma dema ew neyên vê bazarê sebra wan nayê.

Li Stenbolê gelek kêm cihên wisa hene ku bûne cihê kombûna Kurdan. Yek ji van cihan ev bazara ku li navçeya fatîha stenbolê ye.Li vê bazara ku êdî wek bazara Kurdan tê naskirin de  ji pênîrên bajarê Kurdan bigirin heta hingiv, giyayên zozanan û her her cûre xurekên Kurdî peyda dibin. Ji ber vê yekê jî ev der hem bûye cihê peydakirina berhemên Kurdî, hem jî bûye cihê xurtkirina pêwendiya dinavbera Kurdên Stenbolê de. Gelek Kurdên Stenbolê didin zanîn ew ji bilî wextê ku diçin karê xwe piraniya wextê xwe li vê bazarê derbas dikin û dema ku ew neyên vê derê dost û hevalan nebînin  sebra wan nayê.

Kurdekî Stenbolê dibêje: ‘’Miletê hemî tên vê derê. Em bi hev re diaxivîn çayê vedixwin em neyên vê derê  sebra me nayê. çimko hemî xelkê mê li vê derê ye. Em hemî dostên hev in, nasên hev in ji bajarê Sêrtê bigirîn heta navçeya Dihê û Cizîrê em hemû qesta hev dikin. Em di nav xwe de diaxivîn heta êvarî ,çaya xwe vedixwîn bihev re diçîn mala xwe û piştre sibê cardî tên vê derê.

Kurdekî din jî dibêje: ‘’Ev der dişîbe welatê me.Wekî ku ez dinava bajarê Sêrtê de her tişt peyda dibe.Çi tişt li Sêrtê hebe liv ê derê jî heye. Ji bo wê em tên vê bazarê û xelkê me hemî li  vê derê ye. Herî zêde em ji bo sihbetê têne vê derê, hemû xelkê me ne, li qehweyan hîç xerîb nînin hemî nasên me ne. Em hemûyan nas dikin.’’

Li vê bazarê ji gencan bigirin heta kesên temên dirêj gelek Kurdên stenbolê dema bixwazin li gel dost û hevalan rûnîn li vê derê kom dibin. Mamê Mihemedê 70 salî jî yek ji wan kesan e kû dibêje dema ez neyên vê derê nexweş dikevim.

Mam Mihemed diyar dike: ‘’Roja ku ez neyên vê bazarê nexweş dikevin. Çimkû Kurdên me hemû li vê  derê ne. Em tên ba Kurdên xwe, dostên xwe. em berheman ji xwe re dikirin û dibin mala xwe. Penîr e, nan e, goşt e, soryaz, rêvas e her tiştê li welatê me li  vê derê peyda dibe. Ji îro pê ve pêtîx dê derkevin em wan ji xwe re bikirin.”

Ev bazara ku êdî wek bazara Kurdan tê nas kirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirk, Ereb û geştyarên ku dixwazin tam bikin xwarinên Kurdan û van berheman ji xwe re bikirin jî bûye navendek gelek giring. Li vî bajarê ku zêdetirî 4 milyon Kurd tê de dijîn  ev bazar hem bûye cihê  kombûna Kurdan, hem jî bûye cihê danasîn û bazirganiya berhemên xwarekên Kurdî.