Jineke Kurd di 57 saliyê de pirtûkeke helbestê derxist

Payîz Tursun: Ya girîng û hêja ew e, mirov bi zimanê xwe berhem bide.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê jina bi navê Payîz Tûrsûn a 57 salî ku di zaroktî û ciwaniya xwe de ji perwerdeyê bêpar maye niha piştî xebat û kedek giran pirtukek a helbestan derxistiye. Pirtuk bi zimanê Kurdî ye û helbestkara Kurd dibêje ew keyfxweşe ku xeyala xwe bi zimanê xwe pêk aniye.

Payîz Tûrsûn. Jinek Kurd a Diyarbekirî ye. Di zaroktî û ciwaniya xwe de weke gelek jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar maye. Lê herdem xwendin û nivîsînê  bala wê kişandiye û di 35 saliya xwe de serî li dibistanê daye û dibistana seretayî, navî û lîse xilas kiriye. Helbestkara Kurd niha jî bi xwendina ji dûr ve li zankoyê beşa Civaknasiyê dixwîne.

Pakîze Tûrsûn piştî vê pêvajoya serkeftî xeyala xwe ya bi salan di dile wê de cih girtî pêk aniye û bi zimanê xwe pirtukek a helbestan çap kiriye û amaje dike ku ew serbilind û bextewar e ku bi zimanê Kurdî berhem daye û banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî dike.

Helbestvan Payîz Tûrsûn ji K24ê re got: “Ziman hebûna mirov e. Kesên ku dibêjin em Kurdîtiyê dikin û vê yeke bi zimaneke din dikin, ma wisa dibe. Fikrê sofî çibe zikirê wî jî ew e. Divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin.”

Payîza Emrê Min, Bihara Dilê min. Helbestkara Kurd Payîz Tûrsûn ev nav li pirtuka xwe kiriye. Helbestên xwe bi hestên xwe yên heskirina welat û bîranînên xwe yên zaroktiyê nexşandiye û dibêje  ji bo ku ev hestên hêja û girîng neyên ji bîr kirin û bo nifşên nû jî werin veguhestin wê xwestiye mayînde bike.

Payîz Tûrsûn dibêje: “Berê dema min dinivîsî, min helbestên xwe nedieciband. Lê malbata min digot helbestên baş in. Vê yekê hêz û bawerî da min. Min xwest nêrînên min û hestên min winda nebin. Min jî pirtûk derxist.”

Payîz Tûrsûn dide zanîn ku armanca wê ya di dorê de ew e ku romanekê binivîse û heta  ji wê were xizmeta wêjeya  Kurd bike. Niha jî di vê çarçoveyê de dest bi nivîsîna jiyana bavê xwe kiriye ku li gorî wê serpêhatiyên bavê wê hêjayî xwendin û parvekirinê ne.