Astengdarên çavan fêrî zimanê Kurdî dibin

Ji bo kesên ku astengdarên çavan in û dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin, kursên fêrbûnê tên dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Komek astengdarên çavan di serdema pandemiyê de ku astengiya wan girantir dibe li gel hemû neyînîyan fêrbûna zimanê Kurdî ji xwe re kirine armanc û bi rêya telefon û înternetê fêrî zimanê Kurdî dibin.

Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî û bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê xebatek girîng û watedar dest pê kiriye. Ji bo kesên ku astengdarên çavan in û dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin an jî Kurdiya xwe pêş bixin kursa zimanê Kurdî tê dayîn. Di serdema pandemiyê de astengdar li hev civiyane û xwestine hember pandemiyê stretijeyek teybet bo xwe dirust bikin di gotubêjên wê demê de derketiye holê ku gelek astengdarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiye daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî dikin û Enstîtuya Kurdî jî bo vê daxwaza dest bi xebatek bi vî rengî kiriye. Mamosteya Zimanê Kurdî Nîhal Dûrdû dibêje ew keyfxweşe ku di nav xebatek wisa hêja û girîng de ye.

Mamosteya Zimanê Kurdî Nîhal Dûrdû ji K24ê re got: “Ne tenê Kurd, di heman demê de xwendekarên Tirk jî hene. Kurdên ku Kurdî nizanin jî hene. Ji bajarên Kurdan, ji bajarên Tirkan heta ji bajarên Ewropayê jî xwendekarên me hene.”

Astengdarên ku di vî karî de cih digirin amaje dikin ku ziman di heman demê de ji bo wan wek çav e û bi rêya ziman cîhanê dibînin. Serokê Komeleya Astengdarên Çava a Dîcleyê Abdulmecît Amed amaje dike ku eleqeyeke gelek baş bo fêrbûna zimanê Kurdî heye.

Serokê Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê Mecît Amed dibêje: “Me derbarê pandemiyê de civînek li dar dixist û hevalek Kurdî axifî û yekî got ez fam nakim. Me jî pêşniyar kir ku kursa Kurdî bidin. Erênî hat pêşwazîkirin û me dest pê kir.”

Xwendekarên kursa zimanê Kurdî jî derfeta fêrbûna zimanê Kurdî girîng dinirxînin. Parêzer Omer Baran jî yek ji wan kesan e ku xwestiye zimanê xwe yê dayîkê pêş bixe û dide zanîn ku ev yek dê di pîşeya wî de jî kêrî wî were.

Xwendekarê Kursa Zimanê Kurdî Omer Baran diyar kir: “Ji ber ku Kurdî zimanê min yê zikmakî ye ez dixwazim bikaribim bi Kurdî binivîsim. Nivîsîna bi Kurdî ji bom in girîng e ku ez bikaribim bi torên medyayên civakî bi zimanê xwe binivîsim.”

Kursa zimanê Kurdî ya ku bi teybetî bo kesên astengdarên çavan tê dayîn di 17ê Tîrmehê de dest pê kiriye û tê pêşbînîkirin ku heta 3 mehan bidome. Kursa ku bi bernameyên teybet ên bo astengdaran hatine amadekirin bi rêya onlayn bi înternet û telefonê tê dayîn ku amadekariyên materyalên teybet bo stangdaran jî didomin.