Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesên din bi Korona ketin
K24 – Navenda Nûçeyan
5 kesên din li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê bi Korona ketin
Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser ragehand, ku îro 5 haletên nû yên pêketin bi Vayrosa Korona li bajarê Hesekê hat tomar kirin. Ew jî 4 zilam û jinek e, û her 5 kes di Karantînê de ne û li jêr çavdêriya bizîşkî de ne.
Ligor Desteya Tendirustiyê, heta niha 30 kes li rojavayê Kurdistanê bi Korona ketin e.
C.B