Şandeke ji Kanadayê li Qendîlê li çar zarokên revandî digere

Çend roj in gotegotên "çûna şandeke Amerîkî bo Qendîlê" belav bûye, goya şanda Amerîkî ji bo gotûbêj û danûstandina li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çûye Qendîlê

K24 – Hewlêr

Çend roj in gotegotên "çûna şandeke Amerîkî bo Qendîlê" belav bûye, goya şanda Amerîkî ji bo gotûbêj û danûstandina li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çûye Qendîlê, lê di rastiyê de şanda ku çûye Qendîlê ti peywendiya wê bi Amerîkiyan ve tine ye û ew ji Kanadayê ne.

Sedema serdana şandeke ji Kanadayê bo Qendîlê, lêpirsîn û lêkolîna çarenûsa 4 zarokên revandî yên welatiyên Kanadayê ye, ku ji aliyê kesekî bi navê "Dr. Sarîn Azer" ve hatine revandin û nahêle vegerin Kanadayê.

Dr. Sarîn.. Bav an revînerê zarokên xwe

Dr. Sarîn Azer, ku navê bi temamî "Selahedîn Mehmûd Azer" e, bi eslê xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye, piştî wergertina mafê penaberiyê li Kanadayê, weke bijîşk dixebitî û li wir bi jineke bi navê Alison re zewiciye, ew dayîk û bavê 4 zarokan in, ku zarokên wan 2 kur û 2 keç in.

Di sala 2014an de, Sarîn û Alison li dadgehê bi fermî ji hev cuda dibin, derbarê çarenivîsa zarokan de jî, dadgeh biryar dide ku bi dorê li cem dayîk û bavê xwe bimînin.

Di dawiya sala 2015an de dema zarok li cem bavê xwe dimînin, Selahedîn Azer wan siwarî balafirê dike û diçin Silêmaniyê, piştre jî bi navê gihandina derman û alîkariyên bijîşkî bo PKKê, Selahedîn Azer zarokên xwe dibe Qendîlê û êdî venagere.

Devera şer

Malpera National Post a Kanadayê, roja 11ê Adara 2016an de raportek derbarê vê rûdanê de belav kiriye û dibêje: “Çar zarokên welatiyên Kanadayê li devereke şer hatine desteserkirin û wisa xuya nake ku kesek ji bo vegerandina wan hewl bide.”

Hêmin Ebdullah ku bi navê Hêmin Xoşnaw tê nasîn û rojnamevan e û berî niha endamê PKKê bû, li ser vê rûdanê raportek belav kiriye û têde amaje bi wê yekê dike ku ti şandeke Amerîkî serdana Qendîlê nekiriye, kesên çûne Qendîlê ji Kanadayê ne û ji bo wergirtina wan her çar zarokên welatiyên Kanadayê çûne wê deverê.

Li gor raportê jî, ku xwe bi çend çavkaniyên cuda û pêbawer girêdaye, Alison ku dayîka wan zarokan e, li înterpol doz li ser Selahedîn Azer vekiriye û ew bi revandina zarokan tohmetbar kiriye, înterpol jî li çendîn balafirgehên welatên Ewropayê, wêneyên daxwazkirina zanyariyên derbarê Selahedîn Azer de daliqandine.

Lêgerîna li Mehabadê

Hêmin Ebdullah di raporta xwe de dibêje: “Du nêrînên cuda li ser mana Selahedîn li nav PKKê hene, yek ji wan; goya Selahedîn li Kanadayê alîkariya PKKê kiriye û ji bo wê lobî kiriye. Nêrîna duyem jî; naskiriyên Selahedîn li nav PJAKê hene û kariye bi wê rêyê li wê deverê bimîne.”

Di beşeke raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku niha Selahedîn Azer li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê di nav malbata xwe de dijî.

Li gor raportê, Alison, hevjîna berê ya Selahedîn Azer û dayîka wan çar zarokan, di sala 2018an de ji bo dîtina zarokên xwe yên revandî, serdana Îranê û Mehabadê kiriye, lê nekariye wan bibîne û destvala vegeriyaye.

 

Î.A