Platforma Zimanê Kurdî: Divê tez bi zimanê Kurdî werin nivîsîn

Zankoya Dîcle jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji destpêkê ve pergal bi wî rengî ye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Pirsgirêkên perwerdeya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji rojevê dernakeve, herî dawî jî pergala Beşa Zimanê Kurdî ya Zanoya Dîcleyê bû cihê niqaşê ku navê beşê Ziman û Çanda Kurdî ye, lê tezên vê beşê bi Kurdî nayên nivîsîn. Rêxistinên Zimanê Kurdî pergalê rexen dikin. Zankoya Dîcle jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji destpêkê ve pergal bi wî rengî ye.

Bi pirsgirêkên Perwerdeya Zimanê Kurdî ve girêdayî vê carê jî pergala perwerdeya Zimanê Kurdî ya Zankoya Dîcleyê bûye cihê nîqaşan. Li Zankoya Dîcle beşek bi navê Ziman û Çanda Kurdî heye lê tezên vê beşê bi Kurdî nayên nivîsîn ku rê li ber hatiye girtin. Derbarê vê pergalê de rêxistinên zimanê Kurdî nerazîbûnên xwe tînin zimên û amaje dikin ku ev yek ji rêbazên akademîk gelek dûr e û li dijî pîvanên zanistî ye. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî dibêje ew bang dikin ku ev şaşî were sererastkirin û tez jî bi zimanê Kurdî werin nivîsîn.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Wexta tu li beşa Kurdî bixwînî divê tu bi Kurdî binivîsî. Eger hun bibin pisporê zimanê Kurdî, eger hun bibin pisporê wêjeya Kurdî û bi wî zimanî tez nenivîsînin ji bo çi we ew beş vekiriye. Yên ku japonî, ingilîzî dixwînin m abi kîjan zimanî dinivîsin. Yên ku ev yek kirine hema ji stuyê xwe derxistine, piçekî tirsonekin jî. Hikumetê jî gelek çaksazî kirin lê di van salên dawîn de ji ber şirîkên xwe yên tifaqê naxwaze mijara Kurdî derxe pêş.”

Derbarê pergala perwerdeya Zankoya Dîcle de zimanzanên Kurd jî amaje dikin ku pergal naxwaze zimanê Kurdî bibe zimanê bazarê. Zimanzan Hayrettîn Altun dibêje eger kesên xebatên akademîk dikin bi zimanê Kurdî bikaribin dahatekê ji berhemên xwe bistînin dê bikaranîna zimanê Kurdî pêş bikeve.

Zimanzan Hayrettîn Altun dibêje: “Gava hûn bikaribin berhemên xwe bi zimanê Kurdî çap bikin û dahatek jî jê bi dest bixî zimanê Kurdî bala civakê dikêşe û xelk berê xwe dide ziman. Lê naxwazin ev yek çêbe û dixwazin ziman bêrûmet bibe. Ji ber wê qedexe dikin.”

Derbarê rexneyên dijî Zankoya Dîcleyê de ji aliyê zankoyê ve daxuyaniyek bo raya giştî hat ragihandin û hat gotin ku nivîsîna tezê ya bi zimanê Kurdî nehatiye qedexekirin ji ber ku ji xwe ji destpêkê ve tez bi zimanê tirkî tê nivîsîn û ev yek ne tiştekî nû ye. Her wiha tê amajekirin ku heman pergal bo beşên zimanê erebî û zimanê ingilîzî jî di meriyete de ye.