WHO: Dayîkên pêketiyên koronayê dikarin şîr bidin zarokên xwe

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; dayîkên ku zarokên wan ên biçûk hene û bi vîrûsa koronayê ketine, dikarin şîr bidin zarokên xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; dayîkên ku zarokên wan ên biçûk hene û bi vîrûsa koronayê ketine an jî gumana wan heye ku bi vê vîrûsê ketine, dikarin şîr bidin zarokên xwe.

Tedros Adhanom Ghebreyesus, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) di civîneke çapemeniyê de diyar kir; dayîkên pêketiyên vîrûsa koronayê dikarin bi awayekî asayî şîr bidin zarokên xwe yên biçûk.

Ghebreyesus eşkere kir: “Sûdên şîrdayîna zarokan ji metirsiyên vîrûsa koronayê zêdetir in.”

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku ji destpêka sedsala bîstan heta niha, vîrûsa koronayê li ser asta cîhanê rûdana herî mezin e.

Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand: “Gelek derman di qonaxa ceribandinê de ne û hinek ji wan di qonaxên dawî de ne û hêviyeke mezin çêkirine.”

 

Î.A