Derbarê karesata Bêrûdê de Hîzbullah tê tohmetbarkirin

Çend çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê derbarê teqîna paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê de Hîzbullahê tohmetbar dikin

K24 – Hewlêr

Çend çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê derbarê teqîna paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê de Hîzbullahê tohmetbar dikin û dibêjin li gor nirxandinên destpêkê, teqîna duh ji ber xemsariya Hîzbullahê ye û di depokirina madeyên teqemenî yên herî metirsîdar de, pabendî pîvanên pêwîst nebûne.

Li gor zanyariyên çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê, piraniya karên îdarî yên li bêndera Bêrûdê di bin kontrola Hîzbullaha Lubnanê de ne, di birêvebirina karên xwe de bêyî ku pabendî rênimayî û pîvanên silametiyê bibin, tenê giringî didin zêdebûna dahata pereyan ku li wê bênderê dikeve destê wan, ji ber vê yekê encamên wê teqîna ku roja sêşemê qewimî, karesatbar bû û bajarê Bêrûdê wêran kir.

Îstixbarata Amerîkayê di nirxandina xwe de tekez dike ku kontrola Hîzbullaha Lubnanê ya li ser bêndera Bêrûdê, sedema sereke ya li paş wê karesatê ye.

Çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê ku nasnameyên wan nehatine eşkerekirin, destnîşan kirine: “Hîzbullaha Lubnanê li wê bênderê serperiştiya çendîn tawankariyên rêxistinî dike, ji wan: bi qaçaxî birina alavan bêyî ku baca wan bide dewletê, herwiha bi qaçaxî birina çend madeyên qedexekirî li ser asta cîhanê.”

Êvara roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an teqîneke mezin li bêndera paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê qewimî û di encama teqînê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 4 hezar kes jî birîndar bûn, tevî wê yekê ku hêj hejmareke mezin ji qurbaniyan di bin dar û xanî û avahiyên wêranbûyî de mane û wisa tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan dê zêde bibe.

 

Î.A