Trump: Dibe ku dermanê koronayê heta hilbijartinên serokatiyê amade be

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; dibe ku dermanê vîrûsa koronayê (Covid-19) heta hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya di 3yê Mijdarê de amade be

K24 – Navenda Nûçeyan

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; dibe ku dermanê vîrûsa koronayê (Covid-19) heta hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya di 3yê Mijdarê de amade be.

Serokê Amerîkayê beşdarî bernameya radyoya Newsradio WTAM bû û bersiv da pirsên li ser dermanê vîrûsa koronayê.

Trump destnîşan kir; dibe ku dermanê koronayê beriya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ku dê di 3yê Mijdarê de were pêkanîn, amade bibe.

Li gor malpera Worldometer ku zanyariyên derbarê Covid-19ê de berhev dike, li Amerîkayê di nava 24 demjimêran de 55 hezar û 982 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara pêketiyan li Amerîkayê gihiştiye 4 milyon û 975 hezar û 279 kesan.

Herwiha li Amerîkayê ji ber vê vîrûsê di nava 24 demjimêran de 1325 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihiştiye 161 hezar û 660 kesan.

Î.A