Li Bedlîsê erdhej qewimî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Xîzan a ser bi parêzgeha Bedlîsê ya bakurê Kurdistanê bi pileya 4.6 erdhej qewimî.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) îşev di demjimêr 22:20ê de li navçeya Xîzan a ser bi parêzgeha Bedlîsê bi pileya 4.6 erdhejek çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 6.99 kîlometre di binê erdê de qewimiye.
Herwiha erdhej li bajarên Wan, Şirnex û Sêrtê jî hat hîskirin.
Î.A