Rêveberiya Xweser roja destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an diyar dike

Rêveberiya Xweser roja destpêkirina sala xwendin ya 2020 – 2021an li rojavayê Kurdistanê diyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser roja destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an li rojavayê Kurdistanê diyar dike.

Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, sala xwendinê ya 2020 – 2021an ji roja 1. 9. 2020an ve destpê dike.

Diyar kir jî, karên îdarî li dibistanan ji roja 23ê Tebaxê ve destpê dike.

Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna vîrûsa Koronayê de, Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, sala xwendinê ya 2019 – 2020an di roja 27ê Gulana bûrî bidawî kiribû û hemû xwendekar jî bê kirina ezmûnan derbasî polên bilindtir kiribûn û dest bi xwendina “online” kiribû. Tenê li Efrîn û Kobaniyê ezmûn ji xwendekarên amadehiyê hatin kirin.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de, dibistan, peymangeh û zanîngeh ji roja 14ê Adara bûrî ve girtibûn.

 

S. B