Bexda li dijî Kurdan planeke din pêk tîne

Iraq bi çekdarkirina erebên hawirde yên li Kerkûkê mijûl e, ev jî piştî wê yekê ye ku hêzêke Heşda Şeebî ya bi navê "Îmameyn" ji wan erebên hawirde hatibû pêkanîn ku berî niha ji bo erebkirinê, li derdora Kerkûkê hatibûn bicîkirin

K24 – Hewlêr

Iraq bi çekdarkirina erebên hawirde yên li Kerkûkê mijûl e, ev jî piştî wê yekê ye ku hêzêke Heşda Şeebî ya bi navê "Îmameyn" ji wan erebên hawirde hatibû pêkanîn ku berî niha ji bo erebkirinê, li derdora Kerkûkê hatibûn bicîkirin.

Muhyedîn Hesen, Endamê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, armanca vê pêngava hikûmeta Bexdayê eşkere kir û got: “Ev siyaseta hikûmetên yek li pey yekê din ên Iraqê ye. Pêkanîna wê hêzê û cîbicîkirina wan li deverên Kurdistanî jî, ji bo vê yekê ye ku ji bilî niştecîkirina wan li wan deveran, ji bo tirsandina Kurdan û jêbirina nasnameya Kurd, bibin hêzeke çekdar.”

Piştî bicîkirina wê hêza nû, armanca Bexdayê ew e ku hêzên din ên Heşda Şeebî ku berê li Dubiz bûn û xelkê bajarên naverast û başûrê Iraqê ne, vegerîne bajarên wan.

Heme Şiwan ku pisporê leşkerî ye, dibêje: “Yekane rêya sekinandina vê pêvajoyê, vegera hêzên Pêşmerge ye bo wan deveran.”

Bû 3 sal, Heşda Şeebî dest daniye ser deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Tevî ku hikûmeta Iraqê soza asayîkirina rewşa wan deveran daye û lijneya hevbeş jî ji Wezareta Bergirî û Wezareta Pêşmerge pêk aniye, lê her ku diçe rewş aloztir dibe.

Î.A