Heval Ebûbekir: Silêmanî ber bi bergiriya giştî diçe

Parêzgarê Silêmaniyê diyar dike; di rûbirûbûna vîrûsa koronayê de Silêmanî ber bi bergiriya giştî diçe û dikeve qonaxek nû

K24 – Silêmanî

Parêzgarê Silêmaniyê diyar dike; di rûbirûbûna vîrûsa koronayê de Silêmanî ber bi bergiriya giştî diçe û dikeve qonaxek nû.

Heval Ebûbekir, Parêzgarê Silêmaniyê ji K24ê re ragihand: “Niha em çavdêrî û şopandina rewşê dikin, ev rewş ne tenê li cem me, li ti cihekî dinyayê derbas nebûye, lê em dikarin bibêjin ku niha Silêmanî ber bi bergiriya giştî diçe, bi çêbûna bergiriya giştî, em ê bikevin qonaxeke nû.”

Ebûbekir herwiha destnîşan kir: “Pêkanîna pişkinînên nû, me nagihîne encamê, niha pîvan û amarên me li ser wan kesan e ku ji ber koronayê rewşa tendirustiya wan ne baş e. Eger welatiyên me li ser xweparêziyê û cîbicîkirina rênimayî û rêkaran  berdewam bibin, weke me berê ragihandiye, piştî 15ê vê mehê, em ê têkevin qonaxe baştir.”

Î.A