PKK li dijî rêkeftina HSD û Amerîkayê ye

Hevserokê Desteya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand; “petrola Sûriyê, ya hemû gelên wî welatî ye, nabe hinek kes werin û vê serwetê bikin malê xwe”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand; “petrola Sûriyê, ya hemû gelên wî welatî ye, nabe hinek kes werin û vê serwetê bikin malê xwe”.

Cemîl Bayik, Hevserokê Desteya Rêveberiya KCKê ji kanaleke nêzîkî PKKê re axivî û got: “Em ji ragihandinê dibihîzin. Rastiya wê çi ye ez jî nizanim. Tê gotin ku li ser kompaniyeke petrolê rêkeftin hatiye kirin, heta rejîma Sûriyê jî ragihadiye ku ew vê yekê qebûl nakin, li dijî yasayan e, dibêjin 'petrola me didizin'.”

Bayik diyar kir ku dewleta Sûriyê di qada navdewletî de tê qebûlkirin û got: “Ji ber vê yekê, hemû çavkaniyên li bin erdê û li ser rûyê erdê hemû yên xelkê ne, ne ya hinek kesan e. Ango kes nikare wan bike malê xwe. Em jî, Rêveberiya Xweser a Sûriyê jî dibêjin ku petrol, dewlemendiyên li bin erdê û li ser rûyê erdê, hemû malê gelên Sûriyê ne. Ya rast jî ev e. Ez nizanim rêkeftina li gel kompaniya petrolê di çi çarçoveyê de ye. Eger aboriya Sûriye û bakurê rojhilatê Sûriyê li ber çavan girtibin û rêkeftinek kiribin, li ser vê bingehê rêkeftin pêk hatibe, em nikarin tiştekî bibêjin. Lê eger ne wisa be, divê em li ser vê mijarê bisekinin.”

Derbarê yekbûna aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de jî Cemîl Bayik got: “Ji bo yekîtiya netewî jî hin pêngav têne avêtin, daxuyanî tên dayîn, em nizanin ev li ser kîjan bingehan têne kirin.”

Daxuyaniya Cemîl Bayik piştî wê yekê hat ku berî niha çend çavkaniyan eşkere kiribûn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gel kompaniyeke Amerîkî li ser petrola rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

 

Î.A