PÊNGAVEKE NÛ – Kurdistan24 weşana xwe ya zindî, dike 24 demjimêr

Îşev saziya medyayî ya Kurdistan24, dest bi qonaxeke nû dike û weşana xwe ya zindî ya 18 demjimêran, dike 24 demjimêr, bi awayekî ku nûçe û geşedanên nû yên li Kurdistanê û seranserê cîhanê, bi dirêjahiya 24 demjimêran bigihîne temaşevanên xwe.

K24 – Hewlêr

Ji destpêka avakirina Kurdistan24ê ve heta îro, weke saziyeke medyayî ya niştimanî, rûmala rûdanan dike û babetîbûn, lezgînî û rastbêjî, bingeha herî li pêş a karên wê ye.

Kurdistan24 berhem û xizmetên medyayî, bi awayekî profesyonel û di asteke bilind de, pêşkêşî temaşevan û xwendevanên li Kurdistan û herêm û temamê cîhanê dike, bi rêya toreke medyayî ku ji radyo, televîzyon, malper û medyaya civakî ya bi zimanên Kurdî (her du zaravayên Soranî û Kurmancî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî pêk tê.

Herwiha li ser prensîba "berpirsyariya li hember civakê", erkên xwe yên pîşeyî, li hember niştiman, welatî û azadiya kesan bi cih tîne.

Î.A