Li Iraqê amarên herî dawî yên vîrûsa koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 484 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 15 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 10ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 153 hezar û 599 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 109 hezar û 990 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 544 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 464 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A