Li Cindirês a Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin girtin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, hewalgiriya Tirkiyê 3 welatiyên Kurd ên bi temen ji gundê Şuydirya yê ser bi Cindrêsê ve desteserkirin e û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li derdora Cindirês a Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, hewalgiriya Tirkiyê  3 welatiyên Kurd ên bi temen ji gundê Şuydirya yê ser bi Cindrêsê ve desteserkirin e û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin e.

Ligor ku hatî belav kirin, sedema girtina wan kesan jî, nehatiye zanîn.

Ji dema dagîrkirna Efrînê ve li Adar a 2018an û heta niha çekdarên bi ser Tirkiyê ve bihtir ji 2 hezar welatiyên Kurd desteser kirin e û revandine. Çarenivîsa gelek ji wan jî, ne diyar e.

 

 

C.B