Li Iraqê 3 hezar û 396 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 67 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 396 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 11ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 156 hezar û 995 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 112 hezar û 102 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 545 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 531 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A