Ji PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî civîna her du aliyan, daxuyaniyeke hevbeş ragihandin

K24 – Hewlêr

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî civîna her du aliyan, daxuyaniyeke hevbeş ragihandin.

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye eşkerekirin: “Her du aliyan li hev kirin ku naveroka rêkeftina siyasî ya PDK û YNKê were cîbicîkirin ku di 4ê Adara 2019an de hatibû îmzekirin.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Biryar hat dayîn ku civîna berfireh a her du polîtburoyan, di demeke nêz de li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê were kirin.”

Daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê bi vî awayî ye:

Roja sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, şanda taybet a gotûbêjê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Dukanê civiyan û çend mijarên li ser peywendiyên her du aliyan axivîn û gotûbêj kirin û biryarên pêwîst dan.

Yekem: Her du aliyan li hev kirin ku naveroka rêkeftina siyasî ya PDK û YNKê were cîbicîkirin ku di 4ê Adara 2019an de hatibû îmzekirin û ji hemû aliyan ve bi giştî û bi taybetî di mijara parlemento û hikûmetê de, bi awayekî ku alîkarê hikûmet û saziyên wê bibin, ji bo serkeftina bi ser rewşa tedirustiyê de ku vîrûsa koronayê derxistiye holê û herwiha di barê aborî û debara welatiyan û başkirina wan de.

Duyem: Her du aliyan li hev kirin ku piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo hikumraniya li seranserê Kurdistanê, ji bo vê jî rêkeftina îdarî ya navbera her du aliyan were cîbicîkirin û herwiha li her cihekî ku kêşeyek derkeve holê, bi hevfêmkirin û alîkariya navbera her du aliyan bi liberçavgirtina aliyên beşdar ên din li hikûmetê, çareserî were dîtin.

Sêyem: Ragihandina her du aliyan xwe dûr bikin ji şêwaza nivîsandin û belavkirina alozî û têkdana ji hemû cure kanalên ragihandinê.

Çarem: Her du aliyan li hev kirin ku ji bo cîbicîkirina benda A ya di xala 6em a rêkeftina siyasî ya her du aliyan de, lez bikin. Ji bo vê mebestê jî, lijneya taybet û pispor ji her du aliyan were pêk anîn, da ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bike.

Pêncem: Derbarê yasa hilbijartinê û hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê de, her du aliyan li hev kirin ku heman helwestê nîşan bidin, ku dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hevbeşî û bi şêwr, li gel tîmên her du aliyan ên li hikûmet û Parlementoya Iraqê, li ser vê mijarê bixebitin û pêşniyazên guncaw bidin polîtburoyên her du aliyan.

Şeşem: Ji bo ku em ji demê sûd werbigrin û biryaran bilez cîbicî bikin, biryar hat dayîn ku civîna berfireh a her du polîtburoyan, di demeke nêz de li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê were kirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê