Êşîra Egîdat mohleta mehekê dide HSD û Hevpeymaniya Navdewletî

Eşîra Egîdat ji bo cîbicîbûna daxwazên wan, mohleta mehekê daye hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û temamê hêzên bi bandor ên li bakurê rojhilatê Sûriyê

K24 – Hewlêr

Eşîra Egîdat ji bo cîbicîbûna daxwazên wan, mohleta mehekê daye hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û temamê hêzên bi bandor ên li bakurê rojhilatê Sûriyê ku yek ji wan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e.

Li gundekî Dêrezorê, eşîra Egîdat civînek pêk anî û piştî civînê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de berpirsyariya xerabûna rewşa ewlehî û aramiyê xiste stûyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji ber ku piraniya desthilata wê deverê di destê wan de ye. Ev jî bi wan terorkirinan derdikeve holê ku li dijî hin kesayetên wê herêmê hatibûn encamdan. Herî dawî Şêx Muteşer El Hefl hatibû kuştin ku yek ji kesayetên navdar ên eşîra Egîdat e.

Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku lijneyeke serbixwe û pispor, ji bo lêkolîna kuştina Şêx El Hefl were pêkanîn.

Herwiha daxwaz dikin ku îdareya Dêrezorê radestî mirovên wê herêmê were kirin û hemû desteserkiriyên wan werin berdan û jin û zarokên wan ên li kampan, werin vegerandin.

Eşîra Egîdat ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên bi bandor ên li wê herêmê daxwaz dike ku “li Sûriyê pêvajoya çareseriya siyasî pêşve bibin”.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ji bo cîbicîkirina daxwazên wan, mohleta mehekê hatiye dayîn.

Bû demek, bi taybetî piştî rêkeftina HSD û kompaniyeke Amerîkayê ya ji bo nûkirina kêlgehên petrolê, Sûriye hewl dide ku kêşe û nakokî li deverên jêr desthilata HSD û hêzên Hevpeymaniyê çêbike, da ku rê li ber wê rêkeftinê bigre û wan deveran vegerîne bin kontrola xwe.

 

Î.A