Li Tirkiyê 1183 kesên din bi koronayê ketin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 873 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 11ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1183 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 243 hezar û 180 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1185 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 226 hezar û 155 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di van 3 rojên dawî de bi rêjeya %32 kêm nexweş li nexweşxaneyê têne razandin. Lê yek ji nîşaneyên herî giring ku hejmara nexweşên giran e, zêde dibe. Di van 3 rojên dawî de herî zêde li van 5 bajaran hejmara nexweşan zêde ye: Stenbol, Enqere, Qonya, Diyarbekir, Riha.”
Î.A