Li Iraqê ji ber koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 57 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 441 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 12ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 160 hezar û 436 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 114 hezar û 541 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 592 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 588 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A