Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 891 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 891 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1212 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 244 hezar û 392 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 934 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 227 hezar û 89 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji 2yê Adarê ve, di van 24 demjimêrên dawî de em gihiştin hejmara herî zêde ya pişkinînan. Hejmara nexweşên me yên giran, 15 kes zêde bû. Belavbûna nexweşiyê, li cihên sabît, weke di nav malbatan de bilez e. Nexweşek tê wateya wê yekê ku hemû endamên malbatê nexweş ketine. Her yekê me, ji bo her kesî bila tedbîran bigre.”

 

Î.A