Rêveberiya Xweser derbarê belavbûna Koronayê de hişyariyê dide

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan û tunebûna karînan, eger heye ku bobelatek li deverê rû bide.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di gel zêdebûna hejmara pêketyên vîrûsa Koronayê, Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan û tunebûna karînan, eger heye ku bobelatek li deverê rû bide. Hevserokê Karûbarên Saziyên Mirovî dide zanîn, girtina deriyên Tilkoçer yê sînorî, rewşa tendirustî zehmetir kiriye û divê di nêzîktirîn dem de were vekirin.

Hejmara pêketiyên vûrûsa Korona li rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe, pê re metirsî ji rûdana bobelateke tendirustî roj bi roj mezintir dibe.
Li seranserî bajarên rojavayê Kurdistanê bi tenê 29 alavên henasedanê hene û hemu ne di kar de ne û kerentiyên tenderustiyê bi tenê 17 navend in.

Hevseroka Desteya Tenderustiyê Rojîn Ehmed dide zanîn, karînên wan kêm in û pêwîstiya deverê bi alîkariyeke bi lez heye.

Piştî girtina deriyê Tilkoçer bi biryara Encûmena Aayişa Navdewletî di destpêka sala 2020an de, alîkariya mirovî ji bo rojava ku beşê mezin jê kelûpelên tendirustî bûn hate rawestandin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Saziyên Mirovî Xalid Ibrahîm dibêje, ji ber girtina deriyê Tilkoçer û rawestandina derbaskirina dermanan, rewşa tendirustî xirabtir bûye, herwiha dide zanîn ku zêdeyî milyon kes li deverê ji alîkariyên mîrovî bêpar mane.

Ta nuha nêzî 150 haletên vîrûsa Korona hatine tomarkirin û bi sedan kesan hene ku gûman li ser wan heye bi Koronayê bin. Desteya TendIrustiyê ya ku pêşbîn dike di dawiya vê meha Tebaxê de bilindtirîn hejmara pêketiyan were tomarkirin eşkere dike û dibêje, eger rewşa tendirustî wiha bimîne, egera rûdana karesatekê pir mezin e.