Li Diyarbekirê li dijî vîrûsa koronayê biryarên nû

Munir Karaoglu, Parêzgarê Diyarbekirê ragihand; ew ê tedbîrên li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) zêde bikin

K24 – Diyarbekir

Munir Karaoglu, Parêzgarê Diyarbekirê ragihand; ew ê tedbîrên li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) zêde bikin û got: “Eger xwediyên dikanan li gor rêkaran tevnegerin, cezayê ku em ê bibirin her çi dibe bila bibe, em ê li ser deriyê dikanê daliqînin. Êdî li Diyarbekir karwanên dawet, sinet û nîşanan, heta em li hember vê vîrûsê bi ser bikevin, hatin qedexekirin.”

Parêzgarê Diyarbekirê li hola civînê ya avahiya parêzgariyê civîneke çapemeniyê pêk anî û diyar kir; Diyarbekir li seranserê Tirkiyê di nav wan 5 bajaran de ye ku hejmara nexweşan gelek zêde ye û ji ber vê yekê biryarên nû hatine dayîn.

Dema dawetan hate kêmkirin

Munir Karaoglu eşkere kir ku li Diyarbekir vîrûsa koronayê herî zêde li dawet, şîn, kafe û restoranan belav dibe û got: “Êdî li Diyarbekir, bi taybetî jî dawetên me yên ku danê êvarê têne kirin, dê di demjimêr 19:30yê de dest pê bike û di 22:30yê de bi dawî bibe. Bi roj jî çalakiyên din têne kirin. Li Diyarbekir çalakiyên weke mewlûd, hine û nîşan jî, dê di 12:00ê de dest pê bikin û 15:00ê de bi dawî bibin.”

Li dawetan tenê bûk û zava dikarin govendê bikin

Parêzgarê Diyarbekirê destnîşan kir: “Êdî li dawetan tenê bûk û zava dikarin govendê bikin. Ji bilî wan, bi beşdariya mêvanan govend û dans û şahiyên din tê qedexekirin. Karwana dawetê mijareke din e ku herî zêde vîrûs ji ber wê belav dibin, em heta demekê van karwanan jî qedexe dikin.”

Munir Karaoglu bang li welatiyên ku temenê wan ji 65 salî zêdetir e, kir û got:    “Em ji wan rica dikin ku di demên herî qerebalix ên rojê de, bi taybetî piştî demjimêr 16:00ê, neçin bazarê û nekevin otobus û mînîbusan ku li wan deran qerebalix çêdibe.”

Karaoglu herwiha eşkere kir ku restoran û kafeyên Diyarbekirê jî dê di bin çavdêriyê de bin û kesên ku li gor rêkarên pêwîst tevnegerin, dê cezayên pereyan bidin.

 

Î.A