Li Tirkiyê hejmara nexweşên Covid-19ê zêde dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 912 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1243 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 245 hezar û 635 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 968 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 228 hezar û 57 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Êdî her ku diçe hejmara nexweşên me zêde dibe. Nexweşên me yên giran 15 kes zêde bûn. 5 hezar û 807 tîmên me yên fîlyasyonê, li kesên ku bi nexweşan re ketine têkiliyê digerin. Di 6-13ê Tebaxê de hejmara lêkolînên kesên ku bi nexweşan re ketine têkiliyê 349 hezar û 3 ye. Bi pabendbûna rênimayiyan, alîkariya artêşa me ya tendirustiyê bikin.”
Î.A