Îro li Iraqê hejmara herî zêde ya pêketiyên koronayê hat tomarkirin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 68 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 13 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 14ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 168 hezar û 290 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 120 hezar û 120 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 627 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 709 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A