Li Tirkiyê ji ber koronayê 22 kesan canê xwe ji dest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 934 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1226 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 246 hezar û 861 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 923 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 228 hezar û 980 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em gihiştin hejmara herî mezin a pişkinînan. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 656an. Li gor zanyariyên dawî, hejmara kesên ku ji ber temen an jî ji ber nexweşiyê di metirsiyê de ne û bi Covid-19ê ketine, zêde bûye. Li derve rîsk wernegirin û nebin malê. Nexweşek tê wateya nexweşbûna malbatekê.”
Î.A