Li Iraqê 4 hezar û 293 kes bi koronayê ketin
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 76 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 293 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 15ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 172 hezar û 583 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 122 hezar û 700 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 590 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 785 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A