BEXDA – Binkeya Leşkerî ya Tacî, bû armanca êrîşên mûşekî

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir; bi mûşekan êrîşî Binkeya Leşkerî ya Tacî ya li bakurê Bexdayê hat kirin

K24 – Hewlêr

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir; bi mûşekan êrîşî Binkeya Leşkerî ya Tacî ya li bakurê Bexdayê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; du mûşekên cûreya Katyuşa li ber Binkeya Leşkerî ketine û hatiye destnîşankirin ku mûşek ji devera Raşidiye hatine avêtin.

Herwiha di daxuyaniyê de bêyî ku zirarên ji ber êrîşê derketine holê were eşkerekirin, tê gotin; di dahatû de hûrgiliyên li ser êrîşê dê werin ragihandin.

Hêj ti aliyekî, berpirsyariya vê êrîşê wernegirtiye ser xwe.

Çend meh in bi awayekî berdewam Binkeya Leşkerî ya Tacî ku hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê li wir dimînin, ji aliyê destekî nenas ve tê armanckirin, ji bilî wê, çendîn car Balyozxaneya Amerîkayê û derdora Devera Kesk a bajarê Bexdayê, rastî êrîşên mûşekî tên.

Tevî ku ti aliyek berpirsyariya van êrîşan wernagire ser xwe, bi awayekî berdewam grûpên çekdar ên ser bi Îranê bi van êrîşan tê tohmetbarkirin.

 

Î.A