Li Duhokê %16ê pêketiyên koronayê zarok in

Li Duhokê her roj bi dehan kes bi vîrûsa koronayê dikevin û heta niha zêdetirî 200 zarok li nexweşxaneyên Duhokê tedawiya vîrûsa koronayê (Covid-19) bûne. Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê ragihand; nexweşên ku ji ber vîrûsa koronayê hatine nexweşxaneyê, %16 zarok in

K24 – Duhok

Dr. Azad Ebdulcebar, Serperiştyarê Zarokên Pêketiyên Vîrûsa Koronayê ji K24ê re ragihand; zarok hemû, bûne qurbaniyên mezinan, bi rêya bav û bira û xwişkên wan derbasî wan bûye, lê vîrûs weke mezinan li wan bandorê nake.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê diyar dike ku heta niha ji wan nexweşên ku ji ber vîrûsa koronayê hatine nexweşxaneyê, %16 zarok in. Gelek ji wan ji dayîk û bavê wan derbasî wan bûye, carina jî zarok dibin sedema belavkirina vîrûsê.

Dr. Nizar Îsmet, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê ji K24ê re eşkere kir; bi rêjeyeke mezin, zarok tûşî vîrûsa koronayê bûne, nêzîkî %16ê nexweşên me zarok in, her çend rewşa wan baş e, heta niha hemû zarok tedawî bûne. Nexweşî bi xwe metirsiyek e, her kes jê ditirse, zarok jî jê ditirsin û bandorê li derûniya zarokan dike.

Temenên zarokên ku li Duhokê bi vîrûsa koronayê ketine, ji 17 rojî heta 16 salî ne û piraniya wan baş in. Li nexweşxaneyên Duhokê nêzîkî 60 zarok mane û tedawî dibin.